ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Tehran, Merîwan û Îsfahanê bi dijwarî hate bombebarkirin
Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê navenda bajarê Tehranê û derdora wê bi dijwarî bombebaran kirin. Di nava cihên hatî hedefgirtin de depoya sotemeniyê jî heye. -
Êrîşên li ser Bexda, Hewlêr û Heşdî Şebî dewam dikin
Li Bexdayê bi şev dengê teqînên bihêz hatin bihîstin, li Hewlêrê jî bi dronên xwekuj êrîş hat kirin. Hêzên DYA’y jî li sînorê Nînowa baregehên Heşdî Şebî û mewziyên Hizbulahê yên Enbarê bombebaran kir. -
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Geliyê Bekayê de bi dehan kes hatin kuştin
Operasyona Îsraîlê ya li rojhilatê Libnanê ku ji bo dîtina bermahiyên pîlotê winda Ron Arad hatibû lidarxistin, piştî şer û pevçûnan bi ser neket. Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên piştî operasyonê de bi dehan kes hatine kuştin. -
Fermandarê Hêzên Sînor: Tu hêz derbazî Îranê nebûne
Fermandarê Hêzên Sînorî yên Iraqê hemû gotegotên ku dibêjin hêzên çekdar ketine nav axa Îranê red kir û got: “Tu tevgereke leşkerî an jî ketina hêzan ji Herêma Kurdistanê bo nav axa Îranê nehatiye tomarkirin.” -
Li Îranê şer kete roja 8’an: Windahî zêde dibin
Êrîşên ku DYE û Îsraîlê 8 rojan beriya niha li dijî Îranê dane destpêkirin, berdewam dikin. Îranê diyar kir ku ji îro pê ve ger li dijî êrîş neyên kirin ew ê welatên cînar hedef negire. -
NRC: Dibe ku fermanên valakirinê yên Îsraîlê rê li ber karesata mirovî veke
Konseya Penaberan a Norwecê diyar kir ku divê Îsraîl demildest fermanên xwe yên valakirinê yên li Bekaa û Beyrûdê betal bike û da zanîn ku di nava 100 saetî de 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. -
Îsraîlê li dijî Tehranê êrîşa hewayî ya berfireh da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku pêla êrîşeke hewayî ya berfireh li ser Tehranê daye destpêkirin. -
Li Mûsilê Heşdî Şebî û li Besrayê şîrketên petrolê yên Îngilîz û Emerîkî hedef hatin girtin
Balafirên şer ên DYE’yê derdora baregeha Heşdî Şebî li Nînowayê bombebaran kirin. Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê û sê zeviyên petrolê yên stratejîk li parêzgeha Besrayê ya Iraqê ji aliyê dronên xwekuj ve hedef hatin girtin. -
Medyaya İsrailê: Şewirmendê Bilind yê Xamineyî hat kuştin
Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku Şêwirmendê Bilind yê Elî Xamineyî û Rêveberê Ofîsa wî a li Tehranê Esxer Mîrhicaz di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin. -
NY: Dibe ku hiqûqa navneteweyî li Lubnanê tê binpêkirin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kir ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û fermana valakirinê bi sed hezaran kes koçber bûne û got ku ev yek fikarên cidî derbarê hiqûqî mirovî ya navneteweyî de çêdikin. -
Trump: 'Lihevkirina bi Îranê re tenê bi teslîmbûna bê şert mimkun e'
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ji bilî teslîbûna bê şert a Komara Îslam lihevkirina agirbestê ya bi Îranê re red kir. -
Li navçeya Geyare ya Mûsilê baregehek ya Heşdî Şeebî hat bombebaran kirin
Baregeheke Heşdî Şeebî li navçeya Geyare ya dikeve başûrê Mûsilê hat bombebarankirin. -
Şerê Îranê: Êrîş berdewam dikin, Tehranê gef li Kurdan xwar
Êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ketin roja şeşan û bîlanço giran dibe. Bomberdûman û êrîş berdewam dikin. Tehranê gef li Kurdan xwar. NY’yê hişyariya ‘’krîza mirovî ya mezin’’ da. -
NY: Şerê li Rojhilata Navîn vediguhere krîzeke mirovî ya mezin
Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn veguheriye “krîzeke mirovî ya mezin” û divê li seranserî herêmê mudaxileyeke lezgîn were kirin. -
DYE’yê ji bo Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber zêdebûna tengasiya li herêmê, ji bo Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da. -
Şer di roja 7’emîn de ye: Êrîşên li dijî Tehran û Beyrûdê didomin
Êrîşên Îsraîl û DYE’yê yê li dijî Îranê di roja 7’emîn de ye. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku ew binesaziya rejîmê yê li Tehranê bombe kiriye. Çapemeniya dewletê ya Libnanê, jî da xuyakirin ku êrîşên hewayî yên nû li başûrê welêt pêk hatine. NAVENDA NÛÇEYAN -
Arakçi: Di vî şerî de wê tu kes bi ser nekeve!
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi got ku Îran li hemberî operasyona bejahî ya muhtemel a DYE’yê amade ye. Arakçi diyar kir ku şerekî bi vî rengî ‘’wê ji bo her du aliyan jî bibe felaket’’ û da zanîn ku ew daxwaza agirbestê nakin. -
Trump bang li artêşa Îranê û polîsên wê kir: Teslîm bibin
Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo hêzên ewlehiyê yên Îranê pêşniyar kir ku çekan berdin û “mafê destnedayînê” bistînin. Trump bang serhildanê li gelê Îranê kir û got, Îraneke nû dikare bê avakirin. -
Îsraîl: Me îro li seranserê Îranê zêdeyî 200 hedefan xist
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku ew li seranserê Îranê êrîşên hewayî pêk anîne, zêdeyî 200 hedefan xistine û armanc dikin ku pergalên mûşekên balîstîk îmha bikin. -
Trump: Pêwîst e ez beşdarî pêvajoya diyarkirina lîderê Îranê bibim
Serokê DYA’yê Donald Trump parast ku divê ew “beşdarî” pêvajoya diyarkirina lîderê bê ê Îranê bibe û got ku Mucteba Xameney ji bo wî “ne guncav e”. -
Hejmara kesên li Lubnanê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 102’an
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de 102 kes hatine kuştin û 638 jî birîndar bûne. -
Îsraîl: 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatin îmhakirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin. Her wiha, Wezareta îstîxbaratê ya li Tehranê hat bombebarankirin. -
Aliyev ferman da artêşê: ‘Amadekariya şer a di asta herî bilind de bin’
Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, piştî angaşta êrişa bi balafirên bêmirov ya li Nexçiwanê, civîna ewlehiyê pêk anî. Aliyev daxuyand ku hêzên çekdar derbasî asta herî bilind a amadekariya şer hatine kirin. -
Îsraîlê banga valakirina Dahiya Başûr a Beyrûtê kir
Artêşa Îsraîlê bang li niştecîhên Dahiya Başûr a Beyrûtê kir ku demildest malên xwe vala bikin û berê xwe bidin rojhilat û başûrê Lubnanê. -
Tehranê êrîş derewand, Azerbaycanê gefa bersivdanê xwar
Serokê Azerbaycanê Îlham Eliyev îdia kir ku Îranê bi balafirên bê mirov êrîşî welatê wan kiriye û Tehranê bi pêkanîna “çalakiya terorê” tawanbar kir. Îranê daxuyand ku tu têkiliya wê bi êrîşê re tuneye.